Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
- 14:08 17 Tîrmeh 2018
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin cara 772'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengiz Çîçek, Îbrahim Bîlmez û Muharrem Şahîn, bi armanca bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin cara 772'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha 771 caran serlêdan kirin û serledanên wan her dem bi sedema “muxalefeta hewayê", “koster xerabe ye" û “OHAL” heye tê asteng kirin.