Siluetên kesên ku li Pirsûsê hatin qetilkirin li kuçeyên Qamişloyê ne
- 12:58 17 Tîrmeh 2018
- Rojane
QAMIŞLO - SYPG'yan wêneyên 33 kêsên ku li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan li dîwara xêz kirin.
Buroya Piştgiriyê û Yekîtiyê ya Gelan (SYPG) li dîwarê şaredariya li duryana Qamişloyê ya Şehîd Rûbar wêneyên 33 kesên ku di teqîna Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan xêz kir.
Berê jî ji aliyê SYPG'ê li parkek li Kobanê li ser navê kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dabûn hatibû vekirin. Li Herêma Kaniyê Kurdan jî bi heman navî daristan hatibû çêkirin.