'Şoreşek ji nêrîna têkoşîna jinê ye'

  • 09:01 17 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Ferîde Zede-Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Hevseroka Meclîsa Herêma Efrînê Hêvî Mustefa derbarê Şoreşa Rojava de da zanîn ku jina Kurd pêşengtiya têkoşîna ji bo azadiyê kir û got:"Bi salane ku jin di bin desthilatdarî û zihniyeta baviksalarî de tê çewisandin. Bi Şoreşa Rojava hişmendiya ku jin diçewisand têk çû, hişmendiya civakê guhert û jina Kurd afirîneriya xwe li pêş çavên hemû cîhanê bi nav û deng kir."
 
Hevseroka Meclîsa Herêma Efrînê Hêvî Mustefa derbarê 19'ê Tîrmeha 2011'an Şoreşa Rojava de bi lêv kir ku hemû kes bi reng û dengên xwe yên cuda beşdarî şoreşê bûn û got ku di Şoreşa Rojava de jinê li hemberî dagirkeran têkoşînek bê hempa da meşandin.
 
'Şoreşek ji nêrîna têkoşîna jinê ye'
 
Hêviyê da zanîn ku di Şoreşa Rojava de jina Kurd rola xwe ya girîng lîst û wiha got:"Jina Kurd bi rêxistinbûyina xwe ya bi hêz pêşengtiya Şoreşa Rojava kir. Milê leşkerî yên YPJ'ê hat avakirin. Jinê di nav rêveberiya xweser de cihê xwe girt û bû xwedî vîneke azad. Şoreşa Rojava şoreşek ji nêrîna têkoşîna jinê ye."
 
'Jina Kurd bi reng, çand, ziman û nasnameya xwe beşdarî Şoreşa Rojava bû'
 
Hêviyê da zanîn ku Jina Kurd bi reng, çand, ziman û nasnameya xwe beşdarî Şoreşa Rojava bû û wiha dewam kir:" Berî ku Şoreşa Rojava pêk were zihniyeta tekperest desthilatdar bû û jin ji gelek mafên xwe yên rewa bêpar dihat hiştin. Bi çirûska Şoreşa Rojava bi perwerde, civîn û çalakiyên cur be cur hêza jinê geştir bû. Piştî ku jinê di qadên civakî de cihê xwe girt bû xwedî destkeftiyên mezin. Ji ber ku tevgera Kurd ne li gor berjewendiyên desthilatdaran e, niha jî êrîşê li dijî destkeftiyên gelê Kurd didome. Lê jina Kurd li dijî vê yekê berxwe dide. Ji ber ku jina Kurd têkoşer e bi çeteyên wekî DAÎŞ'ê û OSO'yê xwestin di şexsê Barîn û Arînan de vîna jina Kurd bişkînin. Lê jina Kurd li dijî vê yekê çongên xwe danenî."
 
'Dê jin pêşengiya rizgarkirina Efrînê bike'
 
Hêviyê da zanîn ku jina Kurd îro bi destkeftiyên xwe yên giranbiha pêşwaziya 19'ê Tîrmehê dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em soz didin ku jinên Kurd dê bi rihê 14 û 19'ê Tîrmehê bi rihê Berxwedana Serdemê û bi rihê Şehîdên ku canê xwe feda kirine, pêşengtiya rizgarkirina Efînê bikin."