Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş rewşa Leyla Guven bir Meclîsê

  • 18:11 16 Tîrmeh 2018
  • Rojane
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş, biryara berdewamkirina girtina parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsî.  
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê Meral Daniş Beştaş, biryara berdewamkirina girtina parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bir Desteya Giştî ya Meclîsê û rewşa girtina Leylayê ji Wezirê Dadê Abdullamît Gul pirsî.  Meral di pirsnameyê de wiha got: “Leyla Guven gava Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bû hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Leyla di hilbijartina 24’ê Hezîranê de li Colemêrgê bû parlamenter, lê ligek vê yekê jî bi israr di girtîgehê de tê girtin. Rewşa girtina Leyla li dijî fikreya 2’yemîn a amedeya 83’emîn a Qanûna Bingehîn e.”
 
Meral di pirsnameyê de ev pirs ji Abdulhamît Gul pirsîn: 
 
“*Ligel biryara dadgehê ya di çarçoveyê ji hikûm re vekirî ya Qanûna Bingehîn hat dayîn jî, çima Leyla Guven hîna jî di girtîgehê deye? 
 
*Di 26’ê Hezîrana 2018’an de, dadgehê bi hinceta Leyla Guven bû parlamenter û mafê destnedayînê qezenc kir, bi yek dengê biryara berdanê wê da. Lê dozger berdana Guven îtîraz kir. Gelo ev erk ji aliyê kîjan rayedaran ji bo dozger hat dayîn?
 
*Ligel ku dadgehê biryara berdana Leyla Guven da jî, dozger ji ber çi destûr nedan Guven bê berdan? Ev ferman ji ku derê girt? Gelo têkiliya wezareta we bi vê mijarê re heye?
 
* Ji ber çi dadgehê biryara xwe guhert û li pişt vê biryarê kî heye? Gelo ji bo vê yekê ferman ji bo dadgehê hat dayîn an na?"