Êrîşa li dijî avahiya HDP'ê hat şermezarkirin

  • 14:57 16 Tîrmeh 2018
  • Rojane
STENBOL - Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê, serdegirtina avahiya navçeya Sancaktepeyê şermezar kir. Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr a ku daxuyanî xwend wiha got: "16 hevalên me bi awyêters hatin kelepçekirin, îşkencekirin û hatin binçavkirin. " 
 
Polîsan duh di saetên nivîro de bi ser avahiya Rêxistina Partiya Demokarîk a Gelan (HDP) a Sancaktepe de girtin. Polîsan di serdegirtinê de, hevserokên navçeyê û rêvberên Bajêr ên Stenbolê jî di nav de 16 kes girtin, nivîsên niJatperest nivîsandin û derî şikandin. Rêxistina HDP’ê ya navçeyê, ji bo şermezarkirina serdegirtinê daxuyanî da çapemeniyê. Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr û welatî beşdarî daxuyaniyên bûn. Daxuyanî li avahiya navçeyê pêk hat û polîsan derdora avahiyê girtin. 
 
Hevseroka HDP’a Stenbolê Esengul Demîr, daxuyanî da û wiha axivî: “Dê nekarin bi êrîş û zextan HDP’ê teslîm bigirin. 16 hevalên me paşve kelepçe kirin û bi îşkenceyê kirin binçavan de. Li avahiyê nivîsên hêza dewletê temsîl dikin, nijatperest û bi hêrs nivîsandin. Bi van polîtîkayan dixwazin HDP’ê şûnde bidin.  HDP partiya sêyemîn a Tirkiyeyê ye. Ligel hemû astengiyan di 24’ê Hezîranê de ket meclîsê û serkeftinek mezin bi dest xist. Em êrîşên li ser partiya xwe şermezar dikin û tu carî qebûl nakin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “HDP hêviye, hêvî li ser piyane” bi dawî bû û piştî daxuyaniyê parlamenter derbasî avahiya navçeyê bûn.