'Me serî netewand em serî natewînin'
- 13:18 16 Tîrmeh 2018
- Rojane
Lîlav Elî
ŞEHBA - Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kir gelê li Efrînê ji bo ewlehiyê derbasî kantona Şehbayê bû û li wir berxwedana xwe didomînin. Di encama êrîşan de gelek kes birîndar bûn, gelek kesî jiyana xwe ji dest dan û bi sedhezaran kes jî koçber bûn. Ehmed Mohamed ê temenê wî 53 salî jî di encama êrîşên bombeyî de birîndar bû. Ehmed da zanîn ku wan heta dawî tevî malbata xwe têkoşîna xwe domandin û niha jî bi heman hêzê têkoşîna xwe didomînin.
Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kir gelê li Efrînê ji bo ewlehiyê derbasî kantona Şehbayê bû û li berxwedana xwe didomînin. Di encama êrîşan de gelek kes birîndar bûn, gelek kesî jiyana xwe ji dest dan û bi sedhezaran kes jî koçber bûn. Ehmed Mohamed ê temenê wî 53 salî jî di encama êrîşên bombeyî de birîndar bû. Ehmed Mohemed, hevsera wî Hanîfe Êmo Manan û keça wî Bêrîvan Muhammed anîn ziman ku wan serî li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wî netewandin û niha têkoşîna xwe didomînin.
Ehmed Mohemed da zanîn ku tevî ku birîndar bû jî ew heta dawî ji Efrînê derneketin û wiha got:"Di encama êrîşên hovane de em bûn şahidê mirina bi sedan kesan. Lê dîsa jî me heta dawî têkoşîna xwe domand. Em ê ji niha şûnde jî bidomîne. Heta ku em Efrînê rizgar bikin em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin."
Hevsera Ehmed Mohemed, Hanîfe Êmo ya 54 salî got:"Wekî hevserê min gelek kes bi vî rengî birîndar bûn, gelek kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Êşa me mezin e lê em dîsa li dijî neyarên hov disekinin."
'Herî dawî nexweşxane jî bombebaran kirin'
Keça Ehmed Mohemed jî axivî û wiha got:"Dema ku bavê min birîndar bû û me ew bir nexweşxaneya Avrînê ji qêrîna dayikan û zarokên birîndar deng nedihat bihîstin. Tevî zarokan gelek sîvîl hatin qetilkirin. Herî dawî dewleta tirk nexweşxaneya Avrînê jî bombebaran kir. Niha em wekî malbatî li Kantona Şehbayê li ber xwe didin. Me serî netewand û em serî natewînin."