'Dengê gelê li Kampên Şehbayê bibihîsin'
- 12:49 16 Tîrmeh 2018
- Rojane
Tolîn Mohemed-Lîlav Elî
ŞEHBA - Berdevka Heyva Sor a Kurdî ya Herêma Efrînê Rîm Qermo diyar kir ku tevî derfetên kêm ew xizmetên xwe yên li kampên kantona Şehbayê didomînin û got:" Ji ber kêmasiya avê, dermanan û paqijiyê pirsgirêkên tenduristiyê tên jiyîn. Ji ber derfetên kêm 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo em van pirsgirêkan çareser bikin em li gor derfetên di destên me de xizmeta xwe didomînin."
Berdevka Heyva Sor a Kurdî ya Herêma Efrînê Rim Qermo diyar kir ku tevî derfetên kêm ew xizmetên xwe yên li kampên kantona Şehbayê didomînin û got:"Ji ber derfetên kêm li kampên Şehbayê têkoşîn tê dayin. Divê saziyên tenduristiyê yên navneteweyî jî piştgiriyê bidin vê têkoşînê û dengê gelê li Kampên Şehbayê bibihîsin.
'Bi derfetên kêm xebata ji dil'
Rîm Qermo anî ziman ku her çiqas derfet kêm be jî ew ji dil xizmeta gel dike û wiha got:"Rewşa tenduristiyê ya gelê Efrînê yên ku li Kampên Şehbayê bi cih bûne ji ber derfetên kêm ber bi xetereyê ve diçe. Tevî derfetên kêm em wekî Heyva Sor a Kurd têdikoşin lê saziyên tenduristiyê yên navneteweyî di vê mijarê de tevî hemû bangan dengê gelê ku li Kantona Şehbayê bi cih bûye nabihîse. Divê hemû cîhan deng bidin gelê kantona Şehbayê."
'Ji ber derfetên kêm nexweşî zêde dibin û zarok dimirin'
Rîmê da zanîn ku ji ber derfetên kêm her ku diçe nexweşî zêde dibin, zarok dimirin û wiha domand:"Li kampên Şehbayê ji ber kêmasiya avê, derman û ji ber paqijiyê pirsgirêkên tenduristî tên jiyîn. Nexweşiyên wekî heba salê, îltihab, tîfo belav dibin. Ji ber derfetên kêm du zarokên bi navê Heyidir Ebdo (7) û Fêsal Ebdo (1) jiyana xwe ji dest dan. Divê hemû saziyên navneteweyî li dijî mirina zarokan bêdeng nemînin û guh bidin deng û pêdiviyên gelê Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne."
'Piştî koçberiyê vê carê bûn qurbanên mayinan'
Rîmê da zanîn ku tevî şerd û mercên koçberiyê yên dijwar vê carê gelek kes di encama teqîna mayinan de jiyana xwe ji dest dan û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Piştî ku gelê Efrînê derbasî Kantona Şehbayê bûn vê carê bûn qurbanê mayinan. Çeteyên El-Nûsra li gelek malan mayin bi cih kiribûn. Li Şehbayê û hinek gundên wê mayin ji aliyê çeteyan ve hatibû bicihkirin û di encama teqîna mayinan de 27 kes birîndar bûn. Ji van 27 kesan 11 jê jin û 10 kes jî zarok bûn. Her wiha 17 kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Ji vana 17 jê jin bû 7 kes jî jê zarok bûn. Li gel şerd û mercên dijwar ên koçberiyê û mirana gelê Efrînê em heta dawî ji bo xizmeta gel a tenduristiyê xebitîn û em vê xebata xwe ji dil û can didomînin."