Xebatkarên tenduristiyê: Xesandina kîmyewî ne çareserî ye
- 09:09 16 Tîrmeh 2018
- Rojane
AMED - Ji rêveberiya SES’a a Amedê Yekta Yildiz diyar kir ku rêbazên ‘xesandin’ û ‘kastrasyon’ yên li hemberî sûcên îstîsmara zarokan ne çareserî ye û got ew wek xebatkarên tenduristiyê jî naxwazin vê yekê bikin.
Li dijî sûcên îstîsmara zayendî rêbaza ‘xesandina kîmyewî’ hat pêşniyarkirin û li ser vê yekê nîqaş didomin. Li Avutralya, Hîndîstan, Îngîlîstan, DYA û Afganîstanê ev rêbaz tên pêkanîn lê dîsa jî li van welatan îstîsmara zayendî pir tê jiyîn. Ji SES’a a Amedê Yekta Yildiz diyar kir ku xesandin û rêbazên din ên wek vê yekê her tim tên rojevê û jin û rêxistinên civaka sivîl her tim vê nîqaş dikin û li dijî vê dertên.
Di pêkanînê de pirsgirêk heye
Yektayê daxuyakirin ku derbarê mijarê de di nîsanê de pêşnûmeqanûnek 12 xalî hatiye rojevê û di vê pêşnûmeyê de hêmaya sûc û li gorî rêjeya temenê sûc cezayê muebetê an jî 20 sal ceza dihat pêşniyarkirin, ev ceza derdikeve heta 40 salî, piştî sûcdar cezayê xwe kişand şûnde hat tahliyekirin jî bişînin rehabîlîtasyonekê cih digirt. Yektayê daxuyakirin ku ew di xalan de pirsgirêkê nabînin lê di pêkanînê de pirsgirêk heye.
Yektayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di vê derbarê de sûcê hatiye kirin de bêyî şerd û merc ceza pêk bê û ji ber cezayê xesandinê jî şert û mercan dihundirîne, ev jî nabe.
‘Tevî dermankirinê hestên zayendî dikare berdewam bike’
Yektayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xesandina kîmyewî bi dermanan, bi çewisandina hormanan testosteronê pêk tê û ev tişt anî ziman: “Ev rêbaz piranî di demên koletiyê de û dîsa di dîrokê de li welatên Rojhilata Navîn ji bo dengê zarokên law ên di koroya dêrê de stranan dibêjin xera nebe pêk dihat. Du rêbazên pêkanîna dermanên kîmyewî yên tên dayîn hene. Yek ji dev tê dayîn rojane tê dayîn. Ya din jî sê mehan carê bi derziyan bi kontrolkirina hormanan tê kirin. Ev rêbaz jî ne rêbazeke teqez e.”
‘Enfeksiyona Vîral’
Yektayê bi lêv kir ku ew wek xebatkarek tenduristiyê van bûyerên sûc di nav civakê de wek enfeksiyona vîla dibînin û piranî caran enfeksiyonên vîral bi dermanan bersivê nadin û got: “ Di îstîsmar û tecawiza li hemberî zarokan de ya divê bê kirin ev e ku civak ji van mîkroban bê paqijkirin. Ev jî ji pergaleke baş a perwerdeyê, hiqûq û tenduristiya gel derbas dibe. Her wiha divê navendên parastina zarokan bên avakirin.
‘Divê sedemên rast ên sûc bên lêkolînkirin’
Yektayê ev tişt anî ziman: “Rêbaza xesandina kîmyewî, dibe sedema ku sûcdar tişta ku kiriye wek sûc nabîne û sûcê xwe berdewam dike. Beriya her tiştî divê em bêjin ku sûcê êrîşa zayendî ji ber rewşên hormonal pêk tê. Divê sedemên rast ên sûc bên lêkolînkirin û pêşî lê bê girtin. Dîsa bi rêbaza xesandina kîmyewî bi berdana dermanan re (ku li gelek welatî kes bixwaza dikare berde) hormon dîsa vedigerin rewşa berê û pêşî li pêkanîna sûcan nayê girtin. Ji ber vê cezayên bi bandor bên dayîn û sererastkirinên qanûnî bê kirin. Em xebatkarên tenduristiyê ne li alî van rêbazan e û em naxwazin vê yekê bikin.”