Endama Desteya Niştimanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê şermezar kir
- 09:07 16 Tîrmeh 2018
- Rojane
Delal Cemîl
QAMiŞLO - Endama Desteya Niştimanî ya Ereb Hiweyda El-Nedas tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li hemû dewletên navneteweyî kir ku rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a tendirustî bişopînin û agahiyekê bidin raya giştî.
Endama Desteya Nîştîmanî ya Ereb Hiweyda El-Nedas di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Ev nêzî çend salane ku dewleta tirk tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dimeşîne û nahêle ku malbat û parêzerên wî biçin serdana wî. Heta ku agahiyên derbarê Rêberê PKK'ê de jî tên veşartin û nahêle ku gel fikir û felsefeya wî nas bikin."
'Ez berxwedana Rêber Apo pîroz dikim'
Hiweyda, El-Nedas Endama Desteya Nîştîmanî ya Ereb a beşa Tendirustiyê ku ji ajansa me re axivî wiha got: "Em weke jinên ji neteweya Ereb bi alikariya Rêveberiya xweser îro gîhan vê astê. Em tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin û ez berxwedana Rêber Apo ya di zindanê de pîroz dikim. Ew berxwedana mezin ku li hemberî dewleta tirk pêş ket û bû mînaka serkeftina vîna azad ji me hemûyan re mînak e."
Hiweyda wiha berdewam kir:"Gelek zehmetî û êrîş li ser Rêber Apo hene, lê belê gelê kurd li ser fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşe. Rêber Apo dixwaze ku gelê wî azad be, ji ber vê yekê têkoşînê dide. Heta ku gelê kurd li ser riya Rêberê xwe bimeşe wê xwe ji qetlîam û komkujiyan rizgar bike."
'Bi fikir û felsefeya Abdullah Ocalan jin bû xwedî îrade'
Hiweydayê got ku ew bang li hemû dewletên navneteweyî dike ku rewşa Abdullah Ocalan a tendirustiya wî diyar bibe û ji gelê wî re bê ragihandin û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Em ê soz bidin ku em ê li ser riya rêber Apo ku daye pêşiya me berdewam bikin û bimeşin. Bi riya fikir û felsefeya Rêber Apo rêvebertiya xweser hat îlankirin jinan di rêveberiya xweser de cihê xwe girtin û rolek mezin dilîzin."