Konferansa Kongireya Star ya 3`mîn bi dawî bû
- 17:42 15 Tîrmeh 2018
- Rojane
Îlham Eloso
KOBANÊ - 3'emîn Konferansa Kongireya Star ku bi dirûşma”Em ê bi rihê berxwedana serdemê ya Efrîn şoreşa jinê civakî Bikin” hat lidarxistin bi dawî bû.
Konferansa Kongireya Star a li ser asta Herêma Firatê li Kantona Kobanê bi tevlêbûna mêvanên ji Kantona Girê Sipî, Tebqa, Eyna Îsa û Herêma Cizîrê ku hat lidarxistin bi dawî bû. Di konferansê de rapora salê ya kar û xebatên Kongireya Star a sala borî ji aliyê rêvebira Akadimiya şehîd Zîlan Arjîn Firat ve hat xwandin.
'Gavên girîng hatin avêtin'
Kongreya Star di konferansa xwe de xebatên xwe yên rêxistinî yên salekê dan nqaşirin. Li ser kar û xebatên salê Hevseroka Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk Ayşe Efendî axivî. Ayşeyê diyar kir ku kar û xebatên di vê salê de hatine meşandin, diyar dikin ku bi dehan gav ji aliyê jinê ve hatine avêtin.
Piştî axaftin û niqaşên ku hatin kirin sînevîzyoneke ku kar û xebatên Kongreya Star vedibêje hat nîşandan. Sînevîzyon ji aliyê jinan ve bi baldariyeke mezin hat temaşekirin.
Di konferansê de biryarên girîgn hatin girtin
Piştî temaşekirina sînevîyonê biryarên girîng ku di sala bê de divê bên pêkanîn hatin aşkerakirin.
Biryarên ku hatin girtin wiha ne:
"* vekirina Akadiyek perwedê li Kantona Girê Sipî,
*Vekirina Parkê di dibistanan de,
*Avakirina Komîteyeke Parastinê ya ji bo jinan paristinê,
*Pêşxistina xebatên perwerdeyê,
* Zêdekirina endaman di saziyan de,
*avakirina komîn û meclisan li cihên ku nehatine avakirin.
* Zêdekirina endamên jin di paristina Asayşê de,
Pêşxistina diyalogê bi hemû partiyan re,
Pêşxistina xebatên ji bo piştevaniya televîzyona jinan JIN TV û h.w.d. "
Piştî biryarên ku hatin aşkera kirin pên jin ji bo rêveberiya Kongreya Star li qadên Herêma Firtê hatin hilbijartin.
'Emê jinê bikin xwedî vîneke azad'
Axaftina bidawîkirina konferansê ji aliyê Rêvebira Kongira Star a Herêma Firatê Peyma Aydin ve hat kirin û wiha hat gotin: "Em îro gîhane asteke bilind. , hêza jina têkoşer hat avakirin. Biryarên ku em bi hev re gihîştinê em ê bi rihê berxwedana serdemê ya Efrînê, bi rihê berxwedana Arîn û Avestayan şoreşa jinê civakî bikin. Em ê jinê bikin xwedî vîneke azad.”
Konferans bi dirûşmên “Jin Jiyana Azadî", "Bê Serok Jiyan Nabê” bi dawî bû.