Lehengên 14'ê Tîrmehê li Til Temirê hatin bîranîn

  • 13:00 15 Tîrmeh 2018
  • Rojane
TIL TEMIR - Li Til Temirê bi civîkeke ku li Saziya Malbatên Şehîdan hat lidarxistin  Lehengên 14'ê Tîrmehê hatin bîranîn. 
 
Li Saziya Malbatên Şehîdan a li Til Temirê li ser bingeha 19'ê Tîrmehê lehengên 14'ê Tîrmehê Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çiçek û Akîf Yilmaz  ên ku di Zindana Amedê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan bi civînekê hatin bîranîn. 
 
Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû berxwedêrên azadiyê hat destpêkirin û Koordînatora Rojanavayê Kurdistanê li ser girîgiya 14'ê Tîrmehê axaftin kir. Medyayê wiha got:"Ji bo ku mirov bikaribe 19'êTîrmehê pênase bike, divê li 14'êTîrmehê binêre.  Bi rihê berxwedana zindanan îro berxwedaneke bê hempa tê meşandin, ji bo ku tola wan hevalan bê hilanîn. Hemû Gelê Kurd  li hember înkarkirina nasnameya xwe û êrîşên hovane bi ser de tên serî hilda û her di nav têkoşînê de ne.  Lê ev têrê nake dive ku asta berxwedê mezintir bibe ji bo ku em bibin bersiv ji lehengên berxwedana zindanên Amedê  re."
 
Civîn bi pirs û nîqaşan bidawî bû.