Li Mexmûrê bîranîna rojiya mirinê
- 12:53 15 Tîrmeh 2018
- Rojane
MEXMÛR - Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Rûstem Cûdî (Mexmûrê) Şehîdên Meha Tîrmehê hatin bîranîn.
Li Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (MEXMÛR), Şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn. Beriya ku merasima bîranînê dest pê bike, di kesayeta Şehîdên 14’ê Tîrmehê de ji bo hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser girîngiya rojê li ser navê Rêveveberiya Wargeha Mexmûrê axaftin hat kirin.
Di axafitnan de bal hat kişandin ser avabûna partiyê û 14’ê Tîrmehê û ev tişt hat gotin : “ Îro roja berxwedana îradeya mezin, berxwedana Îdeolojîk, berxwedana kesayetên mezin yên weke Kemal Pîr, Mehmed Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ku li himberî dagirkeriya dewleta tirk û Darbeya 12’ê Îlonê şerê hebûnê dabûn destpêkirin e. Ji ber wê ruhê 14’ê Tîrmehê,ruhê şoreşa me ye. Wek Rêbertî jî dibêje ‘Kemal Pîr û Mehmed Xeyrî Dûrmûş ruhê min yê cêwikin’ li gel wan hevalan yên din jî pêşeng bûn. Van hevalan li himberî faşîzmê qet tawîz nedan.”
Di berdewamiya axafitnê de ev tişt hat gotin “ Îro jî faşîzim heye wek heval Hakî Karer gotî ‘ me bi şeşan dest pê kir û me bi şeş hezaran berdewam kir û niha jî em gihiştiye milyonan’. Niha jî her çiqas şert û merç nebaş bin pêwîste ji her wextî zêdetir em li himberî dewletên dagriker û faşist li ber xwe bidin û xwedî li nirxên xwe û şehîdên xwe derbikevîn.”
Piştî axaftinan filîmê 14’ê Tîrmehê hat temaşekirin. Bîrnanîn bi duruşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo’ bi dawi bû.