3'emîn Konferansa Kongireya Star li Kobanê dest pê kir

  • 12:31 15 Tîrmeh 2018
  • Rojane
KOBANÊ- Sêyemîn Konferansa Kongireya Star li ser asta Herêma Firatê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li Kantona Kobanê dest pê kir.  
 
Sêyemîn Konferasa Kongireya Star li ser asta Herêma Firatê li Kantona Kobanê bi dirûşma "Em ê bi rihê Berxwedana Serdemê Şoreşa Jinê civakî bikin" hat detspêkirin.
 
Salona ku konferans lê hat lidarxistin  bi alên Kongireya Star hat xemilandin û wêneyên lehengên jin li salonê hatin daliqandin.  
 
Di konferansa ku hatlidarxistin de  jinên ji hemû bajarên Herêma Firatê û Kantona Girê Sipî, Tebqa, Reqa, Eyn Îsa, Herêma Cizîrê amade bûn. 
 
Konferas bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê hat destpêkirin. Paşê Berdevka fermî ya Kongireya Star a Rojava Evîn Siwêd axivî, konferas li hemû jinan pîroz kir û wiha got: "Ev Konferans wê şoreşek be, wê di vê konferansê de jin rêxistina xwe xurt bikin şoreşê pêk bînin. Ev xeterî û lîstokên ku li ser Suriyeyê tên meşandin, wê jin bi fikir û felsefeya Rêber Apo têk bibin û bi ser kevin. Li cihê ku em niha xwe tê de bi rê ve dibin, bi sedan jin îro tevlî hêza parastinê bûne. Tevî karê mamostetiyê dibin û  daxwaza wan ew e ku şoreşa xwe pêk bînin. Her wiha niha kar û xebata Kongreya Star di warê aborî, siyasî û civakî de tê meşandin."
 
Konferas bi xwandina perspketîfên rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan ji aliyê Madlên Şêx xider ve hat berdewamkirin û didome.