Li Tiltemirê YCR ji bo 14'ê Tîrmehê meşiya

  • 10:37 15 Tîrmeh 2018
  • Rojane
TIL TEMIR - Yekîtiya Ciwanên Rojava YCR ya  Kantona Hesekê bi meşeke girseyî berxwedana Rojiya Mirinê ya Zindana Amedê bi bîr anî. 
  
Di salên 1980'yî de dewleta tirk li dijî tevgera azadiyê û Gelê Kurd fermana tunekirinê da. Bi hezaran ciwanên kurd di girtîgehan de bi awayê hovane di îşkenceyê re hatin derbaskirin. Li dijî îşkence û bêrûmetiyê kadroyên pêşeng ên PKK'ê Kemal Pîr,Hayrî Durmuş ,Alî Çîçek û Akîf Yilmaz di 14'ê Tîrmeha 1982'yan de rojiya mirinê dan despêkirin û di encama vê çalakiyê de jiyana xwe ji dest dan.  
 
Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) ya Kantona Hesekê  li bajarê Til Temirê bi armanca ku van lehangan bi bîr bîne  meşekê girseyî li darxist .Ciwanên Kantona Hesekê posterên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan, alên YPJ  û YPG'ê hilgirtin û bi durûşma "Bijî berxwedan" "ji bo berxwedana girtîgehê serî hilde" meşiyan. Meşa ku hat lidarxistin ji ber Navenda Ciwanan dest pê kir û bi dirûşma 'Ji bo berxwedana zindanan serî hilde' bi dawî bû.