‘Zarokan hepsî malê nekin’
- 09:57 15 Tîrmeh 2018
- Rojane
WAN - Endama SES’ê Mesude Demîr diyar kir ku divê her malbat berpirsyariya zarokên xwe bigire û divê dewlet jî polîtîkayên civakî pêş bixîne û tiştên divê li dijî îstîsmarê bê kirin vegot.
Endama SES’ê Mesude Demîr ku bi KHK’ê hat îxrackirin diyar kir ku li dijî îstîsmara zayendî cezayê ‘xesandin’ û ‘darvekirinê’ ne çareseriye û balkişand ser tedbîrên divê bên girtin.
‘Divê zarok ji qada jiyana civkî neyê gîrtin’
Mesudeyê bi lêv kir ku tiştên divê malbat bikin hene û wiha got: “Piştî bûyerên îstîsmarê dertên holê şûnde jin ewil zarokan ji kolanê digirin û hepsê malê dikin. Dema diçin kolanê jî fikarên wan zêde dibin û destê wan bernadin û pir hişyar dikin. Lê mirov nikarin bi vî awayî pêşî li îstîsmarê bigirin. Berovajî vê divê mirov ji zarokan ji civakê negirin û heps nekin. Em parçeyên civakê ne. Divê em zarok jî wek kesekî ji nav civakê bigihînin.”
‘Divê baş bê kontrolkirin’
Mesudeyê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Mînak wan hepsê malê dikin. Naxwazin bi hevalan re bilîzin. Ev encamên xetertir derdixe holê. Di alî têkiliyê de em zarokên girtî digihînin. Divê dayik li dijî îstîsmara zayendî bi kontrol bin. Di vê mijarê de berpirsyariyek mezin dikeve ser milên wan û ya esas guherînên civakê ne.”
‘Divê malbat di navbera xwe û zarokan de şîfreyê ava bikin’
Mesudeyê bal kişand ser tedbîrên divê malbat bigirin û got divê pirtir bi zarokan re dema xwe derbas bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Krîterên diyar hene. Divê cihên wan yên mahrem hînê wan bê kirin. Divê hîn bibin ku tu kes destê xwe nede wan. Divê perwerde ji wan re bê dayîn. Di navbera wan û kesan de dûrbûnek hebe. Divê şîfre di navbera wan de bê avakirin. Mînak şîfreya ‘dayika te ez şandim gazî te dike’ bipirse û bersiva wê bigire. Dema vê dike jî divê netirsîne. Divê ev baş bên fêmkirin.”
‘Divê polîtîkayên civakî bên pêşxistin’
Mesudeyê her wiha da diyarkirin ku Ddivê dewlet jî berpirsyariya xwe bîne cih û polîtîkayên civakî pêş bixîne.