'Têkoşîna me didome'

  • 09:03 15 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Lîlav Elî-Tolîn Mohemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku di encama êrîşa dewleta tirk û komên girêdayî wê de li Kantona Şehbayê bi cih bûne anîn ziman ku ew nawestin û gotin:"Têkoşîna me didome." 
 
Jinên Efrînê yên ku di encama êrîşa dewleta tirk û komên girêdayî wê de li Kantona Şehbayê bi cih bûne anîn ziman ku ew tu carî bê hêvî nemane û dev ji berxwedana xwe bernedane.
 
Nehidet Xelîl diyar kir ku berî ku Efrîn were dagirkirin ew bi çandinê mijûl dibû û got:"Berî ku Efrîn ji aliyê dewleta tirk û çeteyên OSO'yê bê dagirkirin li Efrînê jiyanek wekhev û demokratîk hebû. Jin li wir çalak bûn û bi awayekî azad dijiyan. Ez jî bi karê çandinê mijûl dibûm. Niha em gelek bêriya Efrînê dikin. Em li ser axa xwe bûn koçber. Em hêvî dikin Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe."
 
'Têkoşîna me didome'
 
Naziliye Xelîl anî ziman ku niha li Efrînê jin ne azad in zilim li wan tên kirin û got:"Berî ku dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê Efrînê dagir bikin em wekî jin li wir azad bûn û em bi xebata xwe li ser lingên xwe disekînin. Lê niha jinên li Efrînê yên di bin desthilatdariya OSO û TSK'ê de di bin zext û zordestiyan de, tên çewisandin. Em dixwazin dîsa Efrîn rizgar bibe û em vegerin ser axa xwe. Têkoşîna me didome. Teqez em ê bi ser bikevin."