'Li projeya ku mafê jinê diparêze xwedî derkevin'
- 09:02 15 Tîrmeh 2018
- Rojane
Lîlav Elî
ŞEHBA - Endamên Rêxistina Kongreya Star derbarê Projeya Netewa Demokratîk de bi lêv kirin ku ji bo parastina mafê jinê, aştî, azadî û siberojek ronî divê li hemû Rojhilata Navîn Projeya Netewa Demokratîk têkeve meriyetê.
Endamên Rêxistina Kongreya Star derbarê Projeya Netewa Demokratîk de bal kişandin ser rol û risteya jinê û bang li hemû jinên cîhanê kirin ku li vê projeya ku mafê jinê diparêze xwedî derkevin.
Endama Kongreya Star Hêvî Sûlêmen da zanîn ku pêkanîna Projeya Netewa Demokratîk ji bo çareserkirina aloziyê bingehek xurt e û got:"Projeya Netewa Demokratîk bi fikir û ramanên Rêber Apo yên girîng hatiye avakirin. Divê herî zêde jin li vê projeyê xwedî derkevin. Di vê projeyê de têkoşîna jinê ya li dijî zihniyeta desthilatdar heye û hêzê dide jinê. "
'Zihniyeta dagirker ji bo berjewendiyên takekesî her dem li dijî vê projeyê sekînin'
Berdevka Kongreya Star Wehîde Xelîl diyar kir ku di Projeya Netewa Demokratîk de pergala jiyanek wekhev tê parastin û got:"Ji bo ku jin di hemû qadên jiyanê de têbikoşin Projeya Netewa Demokratîk rolek girîng dilîze. Ev ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo hemû jinan xwedî taybetmendiyek mezin e. Pêkanîna vê projeyê dê bibe çareseriya gelek pirsgirêkan. Zihniyeta dagirker ji bo berjewendiyên takekesî her dem li dijî vê projeyê sekînin. Lê em ê her vê projeyê biparêzin."
'Divê hemû jin li Projeya Netewa Demokratîk xwedî derkevin'
Endama Koordinasyona Kongreya Star Emîne Dîngilî anî ziman ku Projeya Netewa Demokratîk bi hest û fikirin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye avakirin û got:"Hêz û îradeya ku di bingeha Projeya Netewa Demokratîk de veşartiye tu carî nikare bê şikandin. Tevî hemû êrîşên li ser jinê dîsa jî jinê dev ji pêşketina vê projeyê bernedan. Serkêşiya vê projeyê jin dikin. Pêkanîna vê projeyê wê bibe sedema rojên geş û xwe. Wê bibe sedema azadiya hemû jinên cîhanê. Divê hemû jinên cîhanê li Projeya Netewa Demokratîk a ku mafên hemû jinan diparêze, xwedî derkevin."