2 zarok di gola Îznîkê de fetisîn

  • 17:55 14 Tîrmeh 2018
  • Rojane
BÛRSA/MERSÎN - Fatma Sayhan, Vîldan Salçin ji bo ku xwe hênik bikin ketin gola Îznîkê û jiyana xwe ji dest dan. Her wiha li Navçeya Tersûsa Mêrsînê jî keçek û bavê xwe di behrê de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Fatma Sayhan (12), Vîldan Salçin(12) ji bo ku xwe hênik bikin ketin gola Îznîkê û jiyana xwe ji dest dan. Her wiha li Navçeya Tersûsa Mêrsînê jî keçek û bavê xwe di behrê de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Cenazeyê Fatma û Vildanê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Orhangaziyê. 
 
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
Sedanur Başoglu ya 14 salî û bavê wê Cengiz Başoglu li Navçeya Tarsusa Mêrsînê ketin bahrê û jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê Sedanur û Cengiz rakirin morga nexweşxaneya navçeyê.