2 zarok di gola Îznîkê de fetisîn 2018-07-14 17:55:46   BÛRSA/MERSÎN - Fatma Sayhan, Vîldan Salçin ji bo ku xwe hênik bikin ketin gola Îznîkê û jiyana xwe ji dest dan. Her wiha li Navçeya Tersûsa Mêrsînê jî keçek û bavê xwe di behrê de jiyana xwe ji dest dan.    Fatma Sayhan (12), Vîldan Salçin(12) ji bo ku xwe hênik bikin ketin gola Îznîkê û jiyana xwe ji dest dan. Her wiha li Navçeya Tersûsa Mêrsînê jî keçek û bavê xwe di behrê de jiyana xwe ji dest dan.    Cenazeyê Fatma û Vildanê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Orhangaziyê.    Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.    Sedanur Başoglu ya 14 salî û bavê wê Cengiz Başoglu li Navçeya Tarsusa Mêrsînê ketin bahrê û jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê Sedanur û Cengiz rakirin morga nexweşxaneya navçeyê.