Ji bo 14'ê Tîrmehê ciwanan li Kobanê meş li dar xistin

  • 14:04 14 Tîrmeh 2018
  • Rojane
KOBANÊ - YCR'ê ji bo 14'ê Tîrmehê li Kobanê meş li dar xist.
 
Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) bi dirûşma "Bi rihê 14'ê Tîrmehê em ê dagirkeriya dewleta tirk têk bibin" li Kobanê meş li dar xist. Meşê ji Kolana Şehîd Sarya dest pê kir, hetqa ber bi Qada Jiyana Azad dewam kir. Ciwanan di meşê de wêneyên berxwedêran, ala yekîtiya jinên ciwan hildan û dirûşma "Serî hilde şer bike Efrînê rizgar bike" berz kirin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji aliyê Muslim Muslim ve daxuyanî hat xwedin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Dagirkeriya dewleta tirk a li ser çar parçeyên Kurdistanê didome. Çawa ku di serîldanên Zîlan, Şêx Seîd, Seyid Riza, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex de gelê Kurd serî netewand dê dîsa serî netewînin û berxwedana xwe bidomîne."
 
Meş bi dirûşma "Li hemberî dagirkeriyê serî hilde" bi dawî bû.