Li Samsûnê jina trans hat qetilkirin

  • 13:52 14 Tîrmeh 2018
  • Rojane
SAMSÛN - Li Samsûnê mêrê bi navê M.S, jina trans a bi navê Simge Sezer qetil kir. Mêrê ku hat binçavkirin piştre hat girtin.
 
Li Samsûnê mêrê bi navê M.S, jina trans a bi navê Simge Sezer li mala wê qetil kir. M.S piştî ku reviya hat binçavkirin. Hat hînbûn ku M.S di lêpirsînê de itiraf kiriye ku wî Simge qetil kiriye. 
 
Cenazeyê Sîmgeya 24 salî li navçeya Çarşambayê hat definkirin. M.S ji aliyê dadgehê ve hat girtin.