Di şexsê Leylayê de êrîşî îradeya jinê dikin
- 13:45 14 Tîrmeh 2018
- Rojane
WAN - Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê, xwest parlamentera HDP’ê Leyla Guven a di 24’ê Hezîranê de li Colemêrgê hat hilbijartin, bê berdan.
Rêxistina Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) a Wanê, daxuyanî da çapemeniyê û xwest Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û parlamentera HDP’ê ya di 24’ê Hezîranê de li Colemêrgê hat hilbijartin, bê berdan. Civîna çapemeniyê li avahiya HDP’ê ya Bajêr pêk hat. Parlamenterên HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan, Muazzez Orhan û rêveberên HDP’ê beşdar bûn. Bedîayê di civînê de axivî û wiha got: “Di 24’ê Hezîranê de, ligel tifaqan, hemû şert û mercên xerab me benda hilbijartinê rûxand û bi 67 parlamenteran em ketin Meclîsê.”
'Birêz Leyla Guven jî vîna gelê Colemêrgê ye'
Bedîayê, diyar kir ku di şertên ne wekhev de ketin hilbijartinê û wiha bi lêv kir: “Hemû partiyên siyasî yên di Meclîsê de cih digirin, bi vîna gel ketin parlamentoyê. Birêz Leyla Guven jî vîna gelê Colemêrgê ye. Guven ji ber hin axaftinên kirin, bi lez û bez kirin girtîgehê. Derbarê Guven de dosyeyek bê maf heye. Leylayê di 24’ê Hezîranê de bû parlamenter û mafê destnedayî qezenc kir. Dadgehê bi yek dengî biryara berdanê ji bo Leylayê da. Lê dozgerekê mûdaxileyî vê bîryarê kir û biryara girtina Leylayê da. Di vir de zextek mezin û fermandayîn heye. AKP li ser darazê zextan dike. Ev zext û êrîşên hikûmeta AKP’ê yên li dijî şexsê Leyla Guven, di heman demê de li dijî vîan jinan û vîna gelê Colamêrgê ye. Ev vê biryarê nas nakin û emê têkoşîna li xwe ya li dijî vê biryarê berdewam bikin.”
Bedîayê, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Êdî destên xwe ji ser vîna gelê Colemêrgê rakin. Meclîsê bi awayekê kêm dest bi peywira xwe kiriye. Niha hemû parlamenter, hikûmet û Serokê Meclîsê Bînalî Yildirim peywira xwe berdewam dikin. Hûn bêmafiyê li gelên Tirkiyeyê dikin. Êdî dest ji vê bêmafiyê berdin. Em dixwazin demildest Leyla Guven û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Lazime pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin.”