Ji bo kujerê Şuleyê kampanya hat destpêkirin
- 13:00 14 Tîrmeh 2018
- Rojane
ENQERE - Şule Çet li qatê 20'emîn ê plazayekê di encama êrîşa zayendî de hatibû qetilkirin. Ji bo Şuleyê li ser medyaya civakî kampanya hat destpêkirin.
Şule Çet li qatê 20'emîn ê plazayek Enqereyê di encama êrîşa zayendî de hatibû qetilkirin. Ji bo Şuleyê li ser medyaya civakî kampanya hat destpêkirin. Bikarhênerên medyaya civakî bi etîketa #ŞuleÇetİçinAdalet, bertek nîşan dan û xwestin ku bersûc Çagatay A. bê girtin.
Bersûc Çagatay A. du caran hatibû binçavkirin û piştre serbest hatibû berdan.