Jinên Mexmûrê: Naskirina Sakîne ji bo me bextewarî ye

  • 10:03 14 Tîrmeh 2018
  • Rojane
MEXMÛR - Jinên Mexmûrê giyana ji pola ya 14'ê Tîrmehê û helwesta Sakîne Cansiz a fedayî nirxandin û gotin: "Sakîne Cansiz fermandara jiyanê bû. Em gelek bextewar in ku me jinek wiha dît û nas kir."
 
Di dîroka tevgera azadiya gelê kurd de berxwedana 14'ê Tîrmehê ya li hember Dehaqên demê, her dem hêjayî pesindayinê ye. Di kêliyên dawiyê de jî bi pêşengiya Arîn û Barînan ev berxwedan berdewam dike. Di her salvegerekê de ji nû ve giyanê çaran tên bîranîn û sonda şopandina xeta wan tê dayîn. Ev ne tenê di nava qadên tevgera azad de, di nava her bajarên welat de bi heman şêweyê tê bibîranîn. Jinên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî jî di derbarê giyana 14'ê Tîrmehê û sekna Sakine Cansiz de hestên xwe anîn ziman. 
 
'Ew jinek bêhempa bû'
 
Ji jinên wargehê Reqya Çetîn di serî de berxwedêrên Kurdistanê bibîranî û wiha domand: "Şehîdên 14'ê Tirmehê rê nişanî me dan, ew ji bo me bûne siberoj û em gihandin vê astê. Ger ne ji wan ba dibe ku em tunebûbana. Bi taybet berxwedana heval Sakîne Cansiz ji bo me girîng e, ji ber ku ew jinek bêhempa ye. Her tevgerek wê bandor li ser mirovan dikir. Bi giyana xwe ya fedayî her dem bi hestên mirovahî difikirî. Berî biçe Ewrupa ji me re got: 'Ez ê biçim Ewropayê hewil bidim dahatekê bişînim ji bo parqên zarokên Mexmûrê bên çêkirin.' Ew her kesî difikirî û dixwest xwe bigihîne her derê."
 
'Naskirina Sakîne Cansiz ji bo me bextewarî ye'
 
Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Nuran Sezgîn jî giringiya helwesta Zindana Amedê ya li hemberî dehaqan wiha anî ziman: "Dijmin difikirî bi şikandina berxwedana Zindana Amedê gelê kurd bifetisîne, lê mixabin bi ser neket. Di kesayeta heval Sakîne de sekna jinên kurd li hemberî xwe dît. Heval Sakîne berxwedanek weke keçên Dêrsimê, weke ya Besê û Zarîfeyan nîşan da. Bi wê helwesta xwe di kesayeta Esad de dewleta Tirk têk bir. Gelek caran di perwerdeyê de me navê heval Sara bihîstibû. Ew jinek serbilind bû. Dema ku min heval Sakîne nas kir û bi wê re li ser dîroka PKK'ê sohbet kir ez hîn zêdetir bi bandor bûm. Heya niha jî ez dibêjim em jinên kurd gelek bextewar in ku me hevalek weke Sakîne nas kir û em bi wê re jiyan. Dema ku min pirtûka wê ya 'Her dem şer bû jiyana min' xwend ez difikirîm û min digor jinek çawa dikare li dijî ewqas zordarî li ser xwe bisekine. Bi wê wêrekiya xwe ji zarokan, kal û pîrên kurdan re bûye giyana jiyanê."
 
'Ew xwedawenda herî mezin a li dijî zordestiyê bû'
 
Dayîka Asya Turan jî destnîşan kir ku wê Sakîne Cansiz weke keça xwe ya ezîz didît, niha jî wêneyê wê bi mala xwe ve darde kiriye û her roj lê dinêre. Asya bi lêv kir ku her dema li wî wêneyî dinêre weke ku pêre dipeyîve bêhna wê fireh dibe û wiha pêde çû: "Bi hezaran keç û xortên Kurdistanê ser wê giyana fedayî meşiyan. Di cîhanê de berxwedana wan a li hemberî zilma dagirkeran bû, mînak. Ew xwedawenda herî mezin a li dijî zordestiyê bû. Li dijî dagirkeran bi şev û bi roj dixebitî. Hevala Rêberê me û fermandara jiyanê bû. Hevaltiya herî rast dikir. Tu carî tawîz nedida kesekî, her dem rastî diparast. Ji bo mirovahiyê û mafê jinê ya herî baş çi bû ew dikir. Xwe nêzî mirovên bêhna şoreşê jê dihatin dikir. Tu carî bêyî min ji vê derê nediçû. Her ku hatiba van deveran teqez serdana min dikir. Carekê ez çûm gel keçka xwe Nalîn, dema ku Nalîn ji peywirê hat hinek kincên wê qetiyabû, heval Sakîne cilên xwe ji xwe kir û bi zorê da Nalîn ji bo ku li xwe bike. Girêdana wê ya şoreşê pir cuda bû, her kesî difikirî."