Esma Mûrad: Min hêza xwe ji berxwedana Rêber Apo girtiye
- 09:04 14 Tîrmeh 2018
- Rojane
Rûken Goman
DÊRIK - Dayika Kurd Esma Mûrad a ku bi salane di nav tevgera têkoşîna azadiya Kurd de berxwe dide û bi salan rastî îşkenceya Rêjîma Baasê hatiye diyar kir ku her dem wê bi alternatîfên cuda têkoşîna xwe domandiye û serî netewandiye.
Dayika Kurd Esma Mûrad a ku 57 salî ye û heta vî temenê xwe dev ji têkoşîna azadiya Kurd bernedaye û bûye şahidê têkoşîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a zindî, bi lêv kir ku wê hêz û îlhama xwe ji berxwedan û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girtiye.
Esma Mûrad da zanîn ku tevî hemû îşkence û zordestiyan wê dev ji têkoşîna xwe bernedaye û got:"Têkoşîna di oxira azadiyê de ji bo me serbilîndî ye. Heta niha me ji bo doza azadiya Kurd bedelên giran dan. Me hewl da ku em fikir û ramanên Rêberê xwe li her derê belav bike û ji aştiyê re xizmetê bikin."
'Rejîma Baasê her jin diçewisand'
Esmayê bi lêv kir ku Rejîma Baasê hem li derve hem jî di zindanan de îşkence li jinan dikir û wiha domand:"Gelek caran ez ji aliyê Rejîma Baasê hatime girtin. Di zindanê de mame. Di zindanê de gelek zilm û zordestî li jinê dikirin. Dixwestin ku di şexsê jinê de vîna civakê dîl bigirin. Lê ez kêlî bi kêlî têkoşiyam û min pişta xwe spart dîroka berxwedana salan a gelê Kurd."
'Jinên Kurd fikrên Rêber Apo ji xwe kirin xeleka têkoşînê'
Esmayê da zanîn ku ew bûye şahidê têkoşîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a zindî û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Di sala 1991'ê de li Lubnanê min hevdîtin bi Rêber Apo re kir. Li wir ez bi awayekî zindî bûm şahidê têkoşîn û fikrên wî yê ku bûye sedema şoreşê. Min feyz ji nêrîna wî ya jixwebawer girt. Dema ku min têkoşîna wî ya ji bo jina dît bêtir ez di bin bandora wî de mam. Rejîma Baasê zilim li jinê dikir lê Rêber Apo ji bo jinê têdikoşiya. Loma jinên Kurd fikrên Rêber Apo ji xwe kirin xeleka têkoşînê. Min jî hêza xwe ji berxwedana Rêber Apo girtiye. Divê tecrîda giran a li ser Rêberê mirovatiyê demildest rabe ku aştî û azadî were."