Rengek ji civaka xwezayî: Jinên bedewî
- 09:02 14 Tîrmeh 2018
- Jiyan
Rûken Goman
DÊRIK - Jinên bedewî (Jinên ereb ên koçer) derbarê jiyana xwe de nerînên xwe anîn ziman. Van jinan diyar kirin ku jinên bedewî jinên herî karker û afrîner in, ji ber ku bi xwezayê re dibin yek.
Yek ji çanda xwezayî ya Gelê Ereb jî erebên bedewî ne ku heta niha civaka xwezayî bi hemû cûreyên wê didin jiyîn û bi xwezayê re bûne yek. Erebên bedewî ku xizmetê ji çanda resen re dikin yên ku çanda xwe berdewam dikin gelek kêm mane. Têkildarî mijarê jinên bedewî ku li derdora bajarê Dêrikê dimînin nerînên xwe anin ziman. Jinan anî ziman ku ew jinên Bedewî bi xwezayê re dibin yek.
'Em bi xwezayê re dijîn'
Jina bedewî Mezna Derwîş wiha behsa jiyana xwe kir:" Em bedewî erebên koçer in. Em wekî erebên herî esîl tên naskirin. Jiyana me li ser xwedîkirina ajalan e û her dem cihê ku em lê dijîn tê guhertin. Em bi kevneşopiya xwe ya ku em bi xwezayê re dijîn, kêfxweş in. Em xweşî û nexweşiyê di heman demê de dijîn. Her tiştên xwe mîna konên me, ajalên ku em bi wan re cihê xwe diguherin jî mîna me di nav xwezayê de dijîn. Em cihê xwe li gorî demsalê diguherin. Ev çanda me ya kevnar a dîrokî ye û divê ku em biparêzin."
'Di civaka bedewiyan de jin gelek bi qîmet e'
Meznayê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser çanda bedewiyan a di warê jinan de jî û ev tişt got: " Jinên bedewî ji yên civakên din gelek cuda ne. Ew bi cil û bergên xwe, bi tarzê xwe yê jiyanê û bi xemla xwe gelek xweşik û bal kêş in. Cudahiyek din a bedewiyan jî ji çanda ereban a giştî ew ê ku mêrên bedewî tenê dikarin bi jinekê re bizewicin û wateya jiyana bi hev re dizanin."
'Jinên bedewî kedkar û zîrek in'
Her wiha Jina bi navê Enûd Şerabî jî wiha jiyana rojane ya jinên bedewî anî ziman:" Jinên bedewî jinên kedkar û afrîner in. Ji bo jinên bedewî roj ji seatên sibehê zû ve dest pê dike û heta êvarê jiyana wan bi xebatê derbas dibe. Her sibeh zû xwarina xwe çê dikin û ajalên xwe xwedî dikin. Pêdiviyên xwe yên jiyanî ji şîr , mast hwd.. peyda dikin. Êvarî jî hemû li hev kom dibin û çîrokan dibêjin. Ew gelek dûrî teknîkê ne. Em ji şêwaza jiyana ku em dijîn hez dikin. Em zarokên xwe jî bi vê çandê mezin dikin, ji bo ku çand û dîroka xwe ji bîr nekin.