Ji ber serdegirtina ajansa me serîlêdana sûc hat kirin
- 16:36 13 Tîrmeh 2018
- Rojane
AMED - Derbarê serdegirtina ajansa me ya li Baglarê de serîlêdana sûc hat kirin. Di daxwaznameyê de hat xwestin ku hinceta serdegirtinê bê diyarkirin û derbarê kesên ku derî şikandin û vekirî hiştin daxwaza lêpirsînê hat kirin.
Do derbarê polîsên ku bi ser ajansa me ya Baglarê de girtin, ji ber sûcên "Lêgerîna bê ûsul a cihê kar", "Zirardayina alavan" li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serîlêdana sûc hat kirin. Polîsên ku saet di 00.00 de li zîla buroyê xistin û kesekî li wan derî venekir vê carê serê sibehê saet di 04.00 de bi ser ajansa me girtin û dest xistin ser kompîtorên me.
Di dema serdegirtinê de nûnerên ajansê nehatin agahdarkirin û sedema serdegirtinê jî nehat diyarkirin. Parêzer Pîrozhan Karali serdana sûc kir û daxwaz kir ku derbarê serdegirtinê de ajans bê agahdarkirin.