Zarokê ku di bin diwarê hilweşiya de ma hat definkirin

  • 11:46 13 Tîrmeh 2018
  • Rojane
WAN - Zarokê bi navê Harun Cengî ku di bin dîwarê dihat restorekirin yê Çarşiya Penêr ku hilweşiya de ma jiyana xwe ji dest da. Harûn ê 11 salî îro hat definkirin.
 
Dîwarê Çarşiya Penêr ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya qewûm tayînî wê hat kirin ve dihat restorekirin ji ber ku tu ewlehî nehat girtin duh hilweşiyabû.  Di encma hilweşîna dîwêr de kesên ku xwe dabûn siya dîwêr dibin kavilê de man. Ji wan kesên ku di bin kavilê de man yek jê Harun Cegîz ê 11 salî bû ku jiyana xwe ji dest da û 2 kesên din jî bi birîdarî ji bin kavilê hatin derxistin. Harunê 11 salî îro li Wanê hat definkirin.