Girtiya dermanê wê nehatin dayîn jiyana xwe ji dest da
- 11:03 13 Tîrmeh 2018
- Rojane
ORDU- Girtiya bi navê Nesrîn Gençosman ku hat îdakirin li girtîgehê bi nexweşiya zatureyê ket, ji ber ku dermanên wê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nehatin dayîn ket komayê û jiyana xwe ji dest da.
Jina bi navê Nesrîn Gençosman a ku 2 meh berê li Orduyê hat girtin, di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da. Hat îdakirin ku Nesrînê li girtîgehê bi nexweşiya zatureyê ketiye û ji ber ku bi hinceta dawiya heftê ye ji aliyê rêveberiya gitîgehê ve dermanên wê nehatine dayîn, di 30 saliya xwe de ketiye komayê. Nesrîn a ku piştî ket komayê rakirin beşa lezgîn a nexweşxaneyê piştî ku hefteyekê li nexweşxaneyê ma ji ber ku kezeba wê erka xwe bi cih naniye jiyana xwe ji dest da.