Li Stenbolê operasyon li HDP û ESP'ê hat kirin
- 11:02 13 Tîrmeh 2018
- Rojane
STENBOL - Li Kuçeya Gulsuyuyê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di operasyonê de tevî HDP û ESP'yan gelek kes hatin binçavkirin.
Li Kuçeya Gulsuyuyê ya Navçeya Maltepeya Stenbolê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di operasyonê de tevî HDP û ESP'yan gelek kes hatin binçavkirin. Nav û hejmara kesên hatine binçavkirin hîn zelal nebûye. Her wiha sedema binçavkirinan jî hîn ne diyar e. Hat ragihandin ku li kuçeyê serdegertina malan didome.
Kesên ku hatin binçavkirin birin Muduriyeta Emniyeta Bajêr.