Êrîşên dewleta tirk li Til Temirê hat şermezarkirin
- 10:25 13 Tîrmeh 2018
- Rojane
TIL TEMIR - Jinên Ciwan derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê daxuyaniyek dan û gotin ku em ê li hemberî planên dagirkeran ên qirêj serî netewînin.
Jinên Ciwan derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê li Navenda Şehîd Navdar Serhed a Bajarê Til Temirê daxuyaniyek dan û ragihandin ku ew ê heta dawî li dijî dagirkeriyê serî hildin û axa xwe biparêzin. Daxuyanî ji aliyê Endama Jinên Ciwan hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Êrîşên dewleta tirk bi armanca têkbirin û tunekirina destkeftiyên gelê Kurd didomin. Berî êrîşî Rojava niha jî bi tundiyek mezin êrîşî Başûr dikin. Tifaqa AKP û MHP'ê hebûna xwe li ser tunebûna gelê Kurd ava dikin û di her fersendê de êrîşî gelê Kurd dikin. Em ê wekî jinên ciwan bingeha faşîzmê hilweşînin. Dê jinên ciwan pêşengtiya şoreşê bikin û axa xwe ji dagirkeran biparêzin."
Daxuyanî bi dirûşma "Serî Hildin" bi dawî bû.