'Em berxwe didin û em ê berxwe bidin'

  • 09:18 13 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Tolîn Mohemed- Lîlav Elî 
 
ŞEHBA - Dayika Erîfa Osman ku ji ber êrîşên dewleta tirk li Şehbayê bi cih bûye û têkoşîna xwe li wir didomîne got:"Zextên dagirkeran dê nikaribe vîna me bişkîne. Em berxwe didin û em ê berxwe bidin."
 
Dayika Erîfa Osman a ji Hûlîlêya Efrînê û dayika 10 zarokan ku ji ber êrîşên dewleta tirk li Şehbayê bi cih bûye û têkoşîna xwe li wir didomîne bi lêv kir ku ew ê heta dawî têbikoşe û hêviya xwe ya vegerandina Efrînê winda neke. 
 
Dayika Erîfa Osman wiha got:"Ez û zarokên xwe li Gundê Hûlîlîyê dijiyan. Berî ku dewleta tirk êrîşî me bike em bi awayekî ewle dijiyan. Lê piştî ku dewleta tirk êrîş kir em derbasî navenda Efrînê bûn. Lê piştî ku Efrîn jî hat bombebarankirin em derbasî Şehbayê bûn. Dema ku dewleta tirk êrîşî Efrînê kir bû sedema qetilkirina gelek sîvîlan."
 
'Me hêviya xwe winda nekiriye'
 
Dayika Erîfayê anî ziman ku ji bo debara xwe bike ew şimikan difiroşe û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Tevî hemû zor û zehmetiyên şerd û mercên koçberiyê ez û zarokên xwe em berxwe didin û em hêvî dikin ku dê Efrîn rizgar bibe."