Hilbîn Kilîm di Turnûvaya Werzîşê de bû yekemîn

  • 09:17 13 Tîrmeh 2018
  •  
MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê jinên ciwan ku tevlî Turnuvaya Werzîşê ya ji bo Şehîd Ferhad Goyî hat lidarxistin bûn  asta yekemîniyê bi dest xistin.
 
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê)  jinên ciwan tevli aktîvîteyên werzîşê bûn. Ji aliyê Tevgera Ciwanên Mexmûrê  (TCM) û Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê (TJCM)  ve turnuvayek werzîşê hat lidarxistin. Turnuva ji bo bîranîna Şehîd Ferhat Goyî û Şehîd Nûpelda Serfiraz di 7’ê meha Hezîranê de bi turnuvaya Voleybolê hatibû destpêkirin, ev turnuva  di 28’ê meha Hezîranê de bi turnuvaya pînpomê hat berdewamkirin û di 5’êTîrmehê de bi turnuvaya kişikê (satranc) bi dawî bû. 
 
Jinên ciwan di beşa voleybol û pinponê de cîh girtin. Di voleybolê de jinên ciwan ên Kevana Zêrîn û jinên ciwan ên TJCM’ê hatin pêşberî hev di encamê de TJCM bi ser ket. 
 
Di beşa pînponê de jî heşt jinên ciwan du du hatin pêşberî hev. Di necamê vê maçê de jî Hilbîn Kilîm bû yekem û Çîdem Demir jî duyem hat.