'Pirsgirêk nebûna polîtîkayên zayenda civakî ye'

  • 09:09 13 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Evrîm Kepenek
 
STENBOL - Edîtora Bîanetê Çîçek Tahaoglu û rojnameger Elîf Akgul ‘Pirtûka Destan a Nûçegîhaniyê ya Di esasa Zayenda Civakî de’ hatiye amadekirin, çavkaniyek ku nûçegîhan dikarin serî lê bide ne. Çîçekê der barê pirtûkê de agahî da û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê nebûna polîtîkayek zayenda civakî pirsgirêkek mezin e.
 
Edîtora Bîanetê Çîçek Tahaoglu û rojnameger Elîf Akgul ‘Pirtûka Destan a Nûçegîhaniyê ya Di esasa Zayenda Civakî de’ amade kirin û der barê zimanên nuçeyên zayendperest de çareseriyan pêşniyar dike û ji hilbijartina nûçeyan heta wergerkirina nûçeyan pêşniyaran parve dikin. 
 
Çîçek Tahaoglu ya yek ji kesên pirtûk amade kiriye, diyar kir ku pratîkên jiyana rojane derbasî pirtûkê kirine.
 
Ji bo kesên xwe nikarin bigihînin pirtûkê li ser Bîanet onlîne bi versiyonên Kurdî, Tirkî û Îngîlîzî xwe dikarin bigihînin. Çîçek diyar dike ku dema pirtûk nivîsîne, ji ser pirsên weke ‘çi newekheviya zayenda civakî xwedî dike’ tevgeriyane û armanca wan a esas pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kirine.
 
Çîçekê balkişand ser nûçegîhaniya li ser mafê jinan û kesên  LGBTÎ û got nûçegîhaniya li ser zayenda civakê ne ev tenê ye û  nûçeyên aborî, parlamento an jî perwerde û tenduristiyê jî dikare ser zayenda civakî bê nivîsîn.