Parêzer Bîrgul Degîrmencî: OHAL bû rejîm

  • 09:05 13 Tîrmeh 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Parêzer Bîrgul Degîrmencî diyar kir ku bi pergala serokomariyê re îradeya gel ji destên wan hatiye girtin û hemû tişt di bin destên yek kesî de wê kom bibe û wiha got: “Wê hewcedarî bi OHAL û KHK’ê nebînin. Derxistina rayeya KHK’ê dan serokkomar. Yanî wê wek versiyonek din a rejîma OHAL’ê bidome.” 
 
OHAL a tê payîn di 19’ê Tîrmehê de bi dawî bibe,  tê plankirin ku bi sererastkirinên qanûnî yên nû  bê mayîndekirin. Parêzer Bîrgul Degîrmencî diyar kir ku di esasa van pêşketinan de êdî tu bandora meclîsê nemaye û di bin navê pergala serokatiya Tirk de rejîm bi giştî hatiye guhertin.
 
‘Rayeya kontrola meclîsê tuneye’
 
Bîrgulê bi lêv kir ku peywira meclîsê ji bilî derxistina qanûnan tiştek din nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rayeya meclîsê ya weke guherîna destûra bingehîn, serokatiyê, guherîna lijneya wezîran û tayînkirina cigirê serokomariyê tuneye. Berovajî vê Lijneya Wezîran ji nav parlamenteran tê hilbijartin û ji ber vê divê ew jî teqez îstîfa bikin. Yanî rayeyên parlamenteran zêdetir hatiye kêmkirin.”
 
Her wiha Bîrgulê destnîşan kir ku serokomarekî partiyî ne nikare bê alî bin û ji bo derbarê serokomar de lêpirsîn bê vekirin divê 400 deng bê komkirin û bişînin Dîwana Bilind û  ne pêkan e ku parlamenterên partiya serokomar dengê dijber bi kar bîne, ji ber vê kontrolkirina rayeya serokomar jî zehmet e.