'Xebata bi xwêdana eniya xwe jî sûc e'
- 17:57 12 Tîrmeh 2018
- Rojane
DÊRSIM - Li Dêrsimê gundiyên ku firotan dikirin dezgehê xwe qulipandin û ji ber ku firotana wan tê astengkirin bertek nîşan dan. Gundiyan wiha got: "Hilberîna gundiyan asteng dikin. Li vêderê mafyabûn heye. Li vî welatî xebata bi xwêdana eniya xwe jî sûc e."
Ji ber ku Şaredariya Dêrsimê ya qeyûm tayînî wê hat kirin firotina hilberînerên ku li kolana teng berhemên xwe difirotin asteng kir, hilberîneran bertek nîşanî qeyûm da, dezgehên xwe qulipandin û qeyûm şermezar kirin. Jineke ku berhemên xwe rijandin û qeyûm şermezar kir wiha got: "Ji ber giliyê marketan dixwazin dezgehên me rakirin. Li gel ku berhemên ji derve tên difiroşin, berhemên ku em bi awyê xwezayî hildiberînin nikarin bifiroşin."
'Firotana gundiyan asteng dikin'
Jina hilberîner ku got ji Edene û Antalyayê berhemên dermankirî tînin difiroşin û wiha got: "Hem hilberîna me asteng dikin û hem jî dibêjin ku gundî hilberînê nakirin. Ji ber wan li Dêrisimê mirov neman. Hemûyan koç kir. Li vêderê mafyabûn heye. Duh berhemên ku min ji baxçeyê xwe top kirin min rijandin. Ev tevgera hin kesên faşîzan e."
Hilberînerekî din yê ku firotina wî ya li kolana teng hat astengkirin jî ev tişt got: "Li vî welatî xebata bi xwêdana eniya xwe sûc tê hesibandin. Ji sibê heta êvarê ji bo ku ez nanekî ji zarokên xwe re bibim malê ez heta êvarê li nav zeviyan dixebitim."
Gelek welatiyan jî piştgirî dan çalakiya cotkaran.