Li dijî serbestberdana bersûcê îstîsmara zayendî îtîraz hat kirin

  • 15:49 12 Tîrmeh 2018
  • Rojane
STENBOL - Li Esenlerê mêrê bi navê A.A. ku wekî kiryar hat marketê, 2 xwişkên ku hat diyarkirin ji Sûriyeyê ne bi îstîsmara zayendî re rûbirû hiştin.  Mêrê ku ji aliyê jinan ve hat teşîrkirin piştî ku hat binçavkirin hat berdan.
 
Di rûjên borî de li Esenlerê mêrê bi navê A.A. ku wekî kiryar hat marketê, 2 xwişkên ku hat diyarkirin ji Sûriyeyê ne bi îstîsmara zayendî re rûbirû hiştin.  Mêrê ku ji aliyê jinan ve hat teşîrkirin piştî ku hat binçavkirin hat berdan. Êrîşkarê ku xwest zarokan bibe mala xwe li ser qêrîna zarokan ji aliyê derdorê ve hat ferqirin û hat girtin. Mêrê ku ji aliyê nişetcihên  taxê ve hat derbkirin hatibû binçavkirin.
 
Zarokên ku bi îstîsmarê re rûbirû man tişta jiyan di îfadeya xwe de veggotin. Êrîşkarê bi navê A.A. yê ku nasnameya wî hat tesbîtikrin  û sewkî Dadgeriya Sulc Cezayê hat kirin  serbest hat berdan. Di çarçoveya Lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê de hat kirin  dozgeriyê îtîrazî serbestberdana A.A. kir û lêpirsîn berdewam dike.