Li Ranyayê zarokekê jiyana xwe ji dest da

  • 15:38 12 Tîrmeh 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇYAN -  Li navçeya Ranya Çarqurneyê zarokeke 15 salî ku hat îdakirin bedena xwe daye ber agir jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Çarqurne ya Ranyayê hat îdakirin ku zaroka 15 salî ya bi navê R.Z.Q. bedena xwe daye ber agir û jiyana xwe ji dest daye. Li gorî nûçya ku di Roj NEWSê de hat weşandin hat diyarkirin ku polîsê Raperînê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin û derbarê ku kesek hatiye binçavkirin an nehatiye binçavkirin de tu agahî nehat dayîn.
 
Cenazeyê R.Z.Q. ya ku rakiribûn Nexweşxaneya Morga Ranyayê radestî malbata wê hat kirin.