Girtiya tirkî nizanibû rastî îşkenceyê hat
- 09:14 12 Tîrmeh 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Sabîha Uzun ku bi hinceta îfadeya şahidê veşartî hatiye girtin, hat hînbûn ku ji ber tirkî nizane, li nexweşxaneyê nayê dermankirin.
Sabîha Uzun a 58 salî ku li taxa Firat a Nisêbînê rûdinişt, di meha Adarê de bi îdiaya îxbar heye, bi ser mala wê de hat girtin û binçavkirin. Di navbera 2016-2015’an de di pevçûnên hatiye jiyîn de hat îdiakirin ku navê wê derbas dibe û derbarê wê de îfadeyên şahidên veşartî heye.
Sabîha ev 5 meh in ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiye
Hat hînbûn ku Sabîha ya ev 5 meh in li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiye, pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê dijî û ji ber stresa dijî çenga wê werimiye, ji ber nexweşiya dil û şekir jî her tim radikin nexweşxaneyê.
Wergervan nadinê
Sabîha hefteya borî ji ber werimîna di sînga wê de rakirin nexweşxaneyê û ji ber wergervanê Kurdî tunebû nikaribû derdê xwe ji doktor re bêje. Hat hînbûn ku Sabîha ji ber tirkî nizane her tim zehmetiyan dikşîne. Malbata wê ji bo rûniştina wê ya di meha îlonê de wê bê dîtin banga hestiyariyê kir.