‘Ne darvekirin û xesandin, Peymana Mafê Zarokan pêk bînin’

  • 09:07 12 Tîrmeh 2018
  • Rojane
WAN - Endama ÎHD’a Wanê Ozlem Altun  diyar kir ku li dijî îstîsmara zarokan li şûna xesandin û darvekirinê divê çareseriyên mayînde pêk bên û ji bo pêkanîna Peymana Mafê Zarokan a NY’ê jî bang kir.
 
Şîdeta li hember zarokan roj bi roj zêde dibe. Herî dawî li Enqereyê zaroka bi navê Eylul Yaglikara, li Agiriyê jî Leyla Demîr hatin revandin û qetilkirin. Piştî vê AKP’ê wek çareserî ‘xesandin’ û ‘darvekirin’ xist rojevê. Her wiha îtîrazên jinan a li dijî vê jî her diçe zêde dibe.
 
‘Peyman pêk nayê’
 
Endama ÎHD’a Wanê Ozlem Altun jî  got li her derê cîhanê Peymana Mafê Zarokan a NY’ê hatiye îmzekirin û tevî ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye pêk nanîye. Ozlemê daxuyakirin ku divê bêyî cudahî bikeve navberê hemû zarok ji mafên xwe fêdeyê bigirin û li Tirkiyeyê ev 9 sale 104 hezar û 530 qeydên zarokên winda hatine girtin.
 
‘Hemû kesên di bin temenê 18’yî de zarok in’
 
Ozlemê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku herî dawî Eylul û Leyla hatine qetilkirin û got: “Ev êşek mezin e. Divê rayedarên dewletê demildest tedbîran bigirin. Divê çareseriyên mayînde pêk bên. Li gorî Peymana Mafê Zarokan her kesê di bin 18’yî de zarok in. Xesandin û darvekirin jî ne çareserî ye. Divê cezayên girantir bên dayîn û ceza neyên daxistin.”