'Ji bo azadiya hemû jinan em ê her di nava têkoşînê de bin'

  • 09:04 12 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Endama Rêveberiya Kongreya Star a Herêma Cizîrê Mîdiya Mehmûd diyar kir ku di hilbijartinên avakirina meclîsên Kongreya Starê de gavek pir girîng ji bo rêxistinkirina hemû jinan hat avêtin.
 
Rêveberiya Kongreya Starê li hemû bajarokên Herêma Cizîrê meclîsên xwe ava kir. Di 25'ê Tîrmehê de li Hesekê, di 28'ê Tîrmehê de jî dê li Qamişloyê konferansên Kongreya Starê were lidarxistin. Derbarê avakirina meclîsên li bajarokên Herêma Cizîrê û konferansên ku dê pêk werin de endama Rêveberiya Kongreya Star a Herêma Cizîrê Mîdiya Mehmûd diyar kir ku di nava rêxistina meclîsên Kongreya Starê de wekhevî û pirrengî esas hatine girtin û got ku dê di konferansên 25 û 28'ê Tîrmehê de jî pêngavên nû yên ji bo çareserî û pêşketina hemû jinan bên avêtin. 
 
Mîdiya Mehmûd bi lêv kir ku armanca Rêveberiya Kongreya Starê ew e ku mafên jinan biparêze, wan bi rêxistin bike û got:"Berî ku şoreşa Rojava pêk were jin nikaribûn bi hêsanî tev bigerin û xwe pêş bixin. Lê piştî Şoreşa Rojava jinan xwe bi rêxistin kirin û di qadên civakî de gavên mezin avêtin. Heta niha jinan di warê rêxistinbûyinê de serkeftinên mezin bi dest xistin. Niha em wekî endamên Rêveberiya Kongreya Starê hewl didin ku jin bêtir xwe pêş bixin. Loma em meclîsên xwe ava dikin û em ê di navbera 25 û 28'ê Tîrmehê de li Hesekê û Qamişloyê konferansan li dar bixin. Jinê bi her cureyên rengên xwe beşdarî konferansê bibin."
 
'Armanc pêşketina jinê ye'
 
Mîdiyê da zanîn ku armanca xebatan pêşketina jinê ye û wiha domand:"Em dixwazin jin di qada perwerde, tenduristî, siyasî, aborî de xwe pêş bixe. Loma ji bo vîna jinê xurtir bibe û bikaribe ku di rêvebirina jiyana xwe de xwedî mafê gotinê be em dixebitin."
 
'Hemû jin bila beşdarî çalakiyan bibin'
 
Mîdiyayê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku beşdarî çalakiyên Kongreya Starê bibin û got:"Hemû jin dema ku bi hêz û vînek azad beşdarî çalakiyên Kongreya Starê bibin dê wê demê bikaribin ku bi hêsanî xwedî li nasnameya xwe derkevin û xwe biparêzin. Ji bo azadiya hemû jinan em ê her di nava têkoşînê de bin."