Hejmara ajalên ku kêm in di bin xeterê de ne

  • 16:44 11 Tîrmeh 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Leşkeran bi maşîneyên zirxî  li ser gundê Şemikan ê navçeya Şemrexa Mêrdînê  ve girt û  ajalên bi navê Sîxûr ku hejmara wan çar heb in û kêm in di bin xeterê de ne. Welatiyên gund xwestin ku hejmara Sîxûrên ku hindik in bên parastin.
 
Êrîşên dewleta tirk ên li dijî ajalan û xwezayê berdewam dike. Leşkeran bi maşîneyên zirxî li ser gundê Şemikan ê navçeya Şemrexa Mêrdînê  ve girt. Li gundê Şemrexê ajalên bi navê Sîxûr ku hejmara wan çar heb in û kêm in di bin xeterê de ne. Sîxûrên ku di bin xeterê de ne welatiyên gund wan di şikeftên gund de vedişêrin. Welatiyên gund xwestin ku hejmara Sîxûrên ku kêm in bê parastin.
 
Her wiha leşkerên ku di ser gund de girtine ketin û derketina  li gund radiwestînin û hat zanîn ku dest danîne ser zevî  û merayên gundiyan. Li gor îdîayan leşker  li çar aliyên gund hendekan  vedidin. Welatiyan anî ziman ku zebeş û fêkiyên di zeviyan de şîn kirine  ji aliyê leşkeran ve rastî xesarê hatine.