Jin li dijî qutkirina ceryanê meşiyan
- 16:29 11 Tîrmeh 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Li Sîlopiya ku pileya germahiya hewayê derketiye 45'an, ji ber ku panoyên ceryanê derxistin derve jinên ku bê ceryan hatin hişitn, heta ber deriyê şaedariya ku qeyûm tayînî wê hat kirin meşiyan.
Li Sîlopiya Şirnexê li taxa Yenîşehirê, DEDAŞ bi îdiaya ku rê li ber "bikaranîna bidizî ya ceryanê" bigire panoyên ceryayanê derxistin derve û ceryan ji ser welatiyên ku bertek nîşanî vê helwestê dan jî qutk kir.
Welatiyên ku ceryan ji ser wan hat qutkirin û bi gelek zahmetî re rûbirû hatin hişitin gelek jin û zarok ji bo ku vê pêkanînê şermazar bikin heta ber şaredariya ku qeyûm tayînî wê hat kirin meşiyan û piştre belav bûn.
Herwiha hat aşkerakirin ku ji bo ev rewş bê sererastikirin komeke din jî ji bo ku pirsgirêka wan a ceryanê bê çareserkirin bi qeymeqamê navçeyê ku di heman demê de qeyûmê şaredariyê ye re axivîne.