Zîynet Saglam: Li navendên Mîtê îşkence li min kirin
- 11:23 11 Tîrmeh 2018
- Rojane
EDENE - Ziynet Saglam ku di dema oeprasyona li hemberî Efrînê de hat girtin û paşê bi "endamtiya rêxistinê" hat tawanbarkirin û girtin. Saglam, diyar kir ku wê birine Ezaz û Dîlokê û li navendên aîdî MÎT'ê hatiye îşkencekirin.
Ziynet Saglam ku bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û niha di Girtîgeha Jina ya Tarsûsê di hucreya yekkesî de ye, ji ber ku îdareya girtîgehê daxwaza wê ya çûyîna cem hevalên wê yên ji heman dosyeyê hatine girtin qebûl nekir, 11 roj in di greva birçîbûnê de ye. Saglam, bilêv kir ku heta ku daxwaza wê neyê qebûlkirinê dê çalakiya wê deam bike. Zîynetê bi rêya parêzerên xwe tiştên ku li Efrînê û Tirkiyeyê hatine serê wê û dîtiye bi Ajansa Nuçeyan a Mezopotamyayê re parve kirin.
Zîynet, diyar kir ku di dema operasyona li hemberî Efrînê de ew li Cinderesê bûye, lê belê elemanên MÎT'a Tirkiyeyê û endamên OSO'yê bi îdiaya "sûcê şer" wê tawanbar kirine û tiştên di vî warî de vegot.
'Cîhna bi bêdengiya xwe hevparê vî sûcî ye'
Zîynet, bilêv kir ku di dema operasyonê de mal û kargeh hatine bombekirin û bi navê "xenîmeta şer" mal û dikan hatine talankirin û bi vê re bûyerên taciz û tecawuzê jî rû dane. Zîynetê, bi bîr xist ku bi dehan jin, zarok û extiyar hatine kuştin û bi hezaran Efrînî jî ji neçarî koç kirine. Zîynetê, bilêv kir ku hemû cîhan ji ber ku li ber vî sûcî xwe li bêdengiyê daniye sûcdar e.
Zîynet, diyar kir ku di 10'ê Adara 2018'an de li gundekî Cinderesê mala ku lê bûye hatiye bombekirin û di malê de bav û keç ku xwediyê malê bûn mirine û ew jî birîndar bûye. Zîynet, got ew heta demekê di nav kavilên malê de maye.
Zîynet, anî ziman ku dema ji nav kavilên xanî derketiya endamên OSO û leşkeran ew zevt kiriye û van kesan ew şilfî tazî kirine, kincên YPJ'ê lê kirine û ew taciz kirine û gef lê xwarine. Zîynet got: "Bi vî awayî wêneyê min kişandin. Leşkerên tirk ji bo xweş baş nîşan bidin û ser komkujiya ku kirin bigirin xwarinên cur bi cur danîn ser maseyan bi zorê qedehe xistin destên min û wêneyê min kişandin. Leşkerên ku di dest wan de kêr û çek hebûn digotin 'tekbîr' û dikişandin. Paşê min xistin odeyekê, dest û lingên min û çavên min girêdan. Êvarî jî min birin odeyekê, bo cop, xirtûm û qabloyan ez îşkence kirim."
Xwestin min serjê bikin
Saglam, anî ziman ku ji ber bi awayekî dijwar îşeknece kirine tim ji ser hişê xwe diçû û got: "Ev kes bi kêrên di dest xwe tim hewl didan ku min serjê bikin. Her ku dihatim ser hişê xwe digotin 'em ê te serjê bikin.' Paşê ji wir min birin serşokê. Li wir kincên min ên qetiyayî derxistin û xwestin bêceme li xwe bikim. Paşê min birin ber mizgeftekê. Gotin tekbîr û xwestin min serjê bikin. Ji ber ku bi rojan min av venexwaribû, min av xwest. Kêr li ser qirika min dibirin û danîn. Piştî demekê hin kesan gazî wan kir û min xistin wesayîtekê û ji Efrînê birin Ezazê."
Gefa tecawizê lê xwarine
Zîynet, anî ziman ku dema wê birine di rê de tim ew îşkence kirine û li Ezazê wê xistine hucreyeke ku 5 jinên Efrînî yên bi awayekî dijwar hatine îşkencekirin. Zîynet, diyar kir ku li vira kesekî ku gotiye ew ji MÎT'ê ye ew daye ber lêprisînê û bi fermana wî hatiye îşkencekirin û gefa ku dê tecawuzî wê bikin lê xwarine. Saglam, diyar kir ku li van navendên ku ku di bin kontrola elemanên MÎT'ê de bûn, ew nîşanî kesên din didan ku ew kes dihatin îşkencekirin û dixwestin ev kes wê teşhîs bikin.
Çewal xistin serê wê
Zîynet, bilêv kir ku li vira piştî mehekê û her roj îşkencekirin, dest û lingên wê hatine girêdan û çewalek xistine serê wê û ew birine Dîlokê. Zînet, da zanîn ku dema wê anîne Dîlokê demeke dirêj tazî hatiye sekinandin û paşê elemanên MÎT'ê kincekî reş lê kirine û wê birine odeyeke bi sîneger ku li her derê wê qabloyên ceryanê hebûne.
Zîynet ku got "Ji ber ku her derê min birîn bûn û bin nigên min hatibûn teqandin, dema ceryan didan canê min min fêm dikir ku goştê min diqele" Zîynet destnîşan kir ku li vira wê xistine asqiya Filîstînê, qefesê û hatiye îşkencekirin.
Zîynet, bilêv kir ku li vira jî 20 rojan hatiye îşkencekirin û wê dîsa birine Ezazê. Zîynet, da zanîn ku vê carê li vira li qawîşeke 5 kesî 38 jin hebûne û ev jin hemû hatibûn îşkencekirin, tacizkirin û tecawuzkirin. Zîynet diyar kir ku ji ber îşkence û zilmê derûniya wê xirab bûye ûg ot: "Di hucreyê de her saniye îşkence hebû."
'Gefa ku ez vê hovîiyê venebêjim li min xwarin'
Zîynet, da zanîn ku tam 2 meh û 20 roja hatiye îşkencekirin û ji ber vê pir qirêjî bûye û loma pirê xwe jê kiriye. Saglam, got, rojê carekê lê pir hindik xwarin didan wan. Zîynet, diyar kir ku piştî 3 mehan şûnde wê birine Kilîsê û şandine dozgeriyê û li wir xwestine di aleyha PKK'ê de dîmenan bigirin û got: "Li dozgeriyê çewisandineke derûniyî hebû. Kamera anîn. Ji min re gotin bêje 'PKK'ê ez îşkence kirime.' Min qebûl nekir. MÎT'ê ku li Ezazê ez îşkence kirim 'tiştên me li te kiriye, tiştên ku te dîtine divê ji kesî re nebêjî. Eger bibêjî em ê te bibînin û bikujin.' Paşê ez şandim dadgehê û hatim girtin. 23 rojan di Girtîgeha Kilîsê de mam. Paşê min sirgûnî Girtîgeha Tarsûsê kirin."
Zîynet, da zanîn ku dema wê anîne Girtîgeha Jina ya Tarsûsê, li têketina girtîgehê lêgerîna tazî lê ferz kirine û ji ber birînên li ser canê wê ew birine nexweşxaneyê û rapor hatiye amadekirin. Zîynet, got bi hinceta "birînên li ser canê te baş nebûn" wê naxin hucerya kesên ku ji heman dosyeyê hatine girtin.