Xwendekarên li ODTU’yê pankart hildan hatin girtin

  • 10:56 11 Tîrmeh 2018
  • Rojane
ENQERE - Li Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) di merasîma mezûniyetê de xwendekaran pankarta “Alema Tayyîban” hildabûn û bi sûcdariya “Li Serokomar heqaret kirine” ji 5 xwendekaran 4 kes hatin girtin. 
 
Li Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) ya Enqereyê di 6’ê tîrmehê de di merasîma mezûniyetê de xwendekaran çalakiya protestoyê li dar xistibû. Xwendekaran pankarta “Alema Tayyîban” hildabûn. Di 7’ê tîrmehê de 3 xwendekar bi sûcdariya “Li Serokomar heqaret kirine” hatibûn binçavkirin. Di 8’ê tîrmehê de jî O.K. ku bi hinceta pankart amade kiriye û Ş.D jî pankarta çap kiriye hatibûn binçavkirin. 
 
Piştî kar û barên li Miduriyeta Polîsan a Enqereyê binçavkiriyan derxistin Edliyeya Enqereyê. Biçavkiriyan piştî îfade da dozgeriyê ew sewqî dadger kirin. 
 
Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar a Enqereyê piştî îfadeyan D.C.Y, B.A., F.E.D. û O.K. da girtin û Ş.D. jî berda