'Hedefgirtina jinan, astengkirina têkoşîna li hemberî faşîzmê ye'

  • 09:11 11 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR - Di encama êrîşa bombeyê de endama Rêxistina Ciwanan a MSD'ê Dîlan Şêx Mehmûd û xwişka wê Dilyar Şêx Mehmûd li Hesekê jiyana xwe ji dest dabûn. Têkildarî mijarê de Mamosteya Dîrokê Gulîstan Xelef bertek nîşanî hedefgirtina jinên ciwan da û got:"Hedefgirtina jinan, astengkirina têkoşîna li hemberî zihnîyeta faşîzmê ye."
 
Di encama êrîşa bombeyê de endama Rêxistina Ciwanan a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Dîlan Şêx Mehmûd û xwişka wê Dilyar Şêx Mehmûd li Taxa Ezîzeyê ya Hesekê jiyana xwe ji dest dabûn. Têkildarî mijarê de Mamosteya Dîrokê Gulîstan Xelef nerazîbûna xwe anî ziman û got ku bi êrîşên li ser jinan civak, aştî û azadî jî hedef tên girtin. 
 
Gulîstan Xelef da zanîn ku ji bo aramî ji holê rabe jin berê hedef tên girtin û got:"Desthilatdar planên xwe yên qirêj dixwazin bi tunekirina îradeya jinê pêk bînin. Loma her dem ji dîrokê heta niha êrîşên hovane li dijî jinê pêk hatine. Planên qirêj ên dijmin her roj zêdetir dibin. Êrîşkar dixwazin di şexsê jinê de têkoşîn û şoreşa azadiyê têk bibin."
 
'Jinên ciwan pêşengên şoreşê ne, siberoja civakê ronî dikin'
 
Gulîstanê bi lêv kir ku şoreş bi saya jinê pêk hatiye û wiha domand:"Di pêkanîna şoreşên mezin de  jin xwedî rolek girîng in. Loma ev hêz di dilê dijminan de dibe sedema tirsek mezin û êrîş dikin. Jinên ciwan pêşengên şoreşê ne, siberoja civakê ronî dikin. Dîlanê û Dilyarê jî leheng û ronahiya siberojê bûn. Em ê doza wan her biparêzin."
 
'Hemû ciwan serî hildin'
 
Gulîstanê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Divê bêtir ciwan xwedî li doza Dîlan û Dilyarê derkevin û serî hildin. Em di pêvajoyek gelek dijwar de derbas dibin. Pêdivî ji hêza jinên ciwan hene. Dema ku hemû jin hêza xwe bikin yek dê li dijî zihniyeta faşîzm têkoşîn mezintir bibe. Hedefgirtina jinan, astengkirina têkoşîna li hemberî zihnîyeta faşîzmê ye. Loma divê jin her bibin yek û nebin qurbanên zihniyeta faşîst."