'Dema ku ez bêriya gundê xwe dikim diçim gel pez'
- 09:05 11 Tîrmeh 2018
- Rojane
Hîlal Rizgar -Xurbet Tallî
MEXMÛR - Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dayîka bi navê Xelfiye Tunç a kû debara mala xwe bi sewalkariyê dike û koçber e zor û zahmetiyên ku jiyan û bêrîkirina xwe vegot.
Lİ Wargeha Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) dayîka bi navê Xelfiye Tunç a kû li wargehê dijî, ji bo debara mala xwe karê sewalkariyê dike û bêrîvan e. Xelfiye girêdana xwe ya bi sewalkariyê re wiha vedibêje: Dema bêriya gundê ku lê ji dayik bûme dikim diçim gel pez. Ji ber ku me li gundê xwe jî sewlkarî dikir û dema diçim hemû bîranînên min tên bîra min."
Xelfiye Tunç a ku ji bakurê Kurdistanê ye û di salên 1990'î de ji ber zilm û zordestiya dewletê niha li wargeha Penaberan a Rustem Cudî (Mexmûr) penaber e wiha bahsa jiyana xwe dike: “Heskirina min ya ji sewalkarî û bêrîvaniyê ji zarokatiya min tê. Dema ez zarok bûm li Bakur jî malbata min bi sewalkariyê mijûl bû. Ez li gel dayik û bavê xwe diçûm ber sewalan, her tim bi coşeke mezin me dest bi karê xwe yê sewalvaniyê dikir û me pez xwedî dikir. Gundê me yê bi navê Mijin bi xweşikbûna xwe ya xwezayî û avhewaya xwe bi nav û deng bû. Em di sala 1994’an de ji gund koçber bûn, me berê xwe da gelek waran. Lê herî dawî em li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bi cih bûn. Heta me jiyanek ku mirov bikaribe bijî da avakirin, me gelek zor û zehmetî kişand.”
Bêrivantî her tim ji bo min bû moralek
Xelfiye Tunç di berdewamiya axaftina xwe de kêfxweşiya ku ji karê xwe digire parvekir û got: “Dema ez dest bi karê xwe dikim bi keyifxweşiyek pir mezin, bi karê xwe mijûl dibim, kengê ez tengezar bibim ez bere xwe didim cihê kû ez berivantiyê lê dikim. Her ku diçim gel pez, bîranînên min ên ku min li gund jiyan e tên ber çavên min. Ji bo ku debara mala xwe bikim û zarokên xwe mezin bikim, şîrê ku ez tînim dikim mast, penir, lorik, duhn, hwd. çêdikim. Ez tu carî karê ku dayika min fêrî min kirî ji bîr nakim û her tim xwedî lê derdikevim. Ji ber ku me li gundê xwe hem sewalkarî û hem jî çandinî dikir ev van karan ji malbata xwe hîn bûme.
Çanda Kurd çandek zêrîn e
Xelfiyeyê di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî dayik û keçên ciwan kir û wiha got: “Di vê em her tim xwedi li çanda xwe derkevîn. Heta ku ji destê min were, ez e vî karî berdewam bikim."