Rojnameger Şerife Oruç hat berdan

  • 15:21 10 Tîrmeh 2018
  • Rojane
XERPÊT - Rojnameger Şerife Oruç ku duh hat berdan û di derketina Girtîgeha tîpa T a Xerpêtê de dîsa hat binçavkirin, piştî li dozgeriyê îfade da serbest hat berdan. 
 
Şerife Oruç, diyar kir ku dê rojnamegeriyê berdewam bike. 
 
Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK'ê hat girtin, Şerife Oruç, duh ji aliyê 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê ve hat berdan û piştî hat berdan li deriyê Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê dîsa hat binçavkirin. 
 
Şerîfe, piştî îro sewqî dozgeriyê hat kirin û îfade da serbest hat berdan. Hat zanîn ku Şerîfe, ji ber li 4'emîn Dadgeha Sulh Ceza dozek wê ya din heye û ji vê dosyayê tê darizandin hat binçavkirin. Hat zanîn ku dosyayê wê ji ber nekirine yek û der barê wê de biryara binçavkirinê hebû hatiye binçavkirin. Şerife Oruç, piştî li Edliyeya Xerpêtê îfade da  û 2'emin Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê biryara girtinê ji ser wê rakir hat berdan. 
 
Şerîfeyê, ji aliyê malbat û hevalên xwe ve li ber edliyê hat pêşwazîkirin. Şerîfeya ku 2 salin girtî ye, diyar kir ku ew dê ew li cihê lê maye dê dîsa karê rojnamegeriyê berdewam bike. Şerîfeyê, da zanîn ku çiqas di bin zext û zordariyê de bimînin jî dê xebatên rojnamegeriyê berdewam bikin û rastiyê ronî bikin.