Li Dêrsimê operasyona leşkerî bi dawî bû
- 14:13 10 Tîrmeh 2018
- Rojane
DÊRSIM - Operasyona ku do li navçeya Nazimiyeyê dest pê kiribû bi dawî bû. Rêyên ku hatibûn girtin dîsa hatin vekirin.
Li gundên Dêrsimê yên girêdayî Navçeya Nazimiyeyê yên Dereova, Ramazan, Kimsorê operasyona leşkerî dest pê kiribû û pevçûnên dijwar hatibûn jiyîn. Hat hînbûn ku operasyona leşkerî bi dawî bûye.
Rêyên ku ji ber operasyonê hatibû girtin dîsa hatin vekirin.