Kongreya Star bi daxuyaniya çapemeniyê êrîşên dewleta tirk şermezar kir

  • 13:38 10 Tîrmeh 2018
  • Rojane
TIL TEMIR - Kongereya Star derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Kurdan de li Til Temirê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelê Kurd li dijî dagirkerî û polîtîkayên qirkirinê serî natewîne. 
 
Kongereya Star di çarçoveya çalakiyên "Hemû jin ji bo Efrînê serî hildin" êrîşên dewleta tirk ên li ser Kurdan de li ber Meclîsa Bajarokê Xerayê ya Til Temirê daxuyaniya çapemeniyê da. Bi tevlîbûna jinan daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Kongreya Star Elya Oglo hat xwendin. Di daxuyaniyê peyama dewamiya têkoşînê hat dayin. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelê Kurd li dijî Rusya û Tirkiyeyê berxwedanek bê hempa nîşan da û ev berxwedana dê bidome. 
 
Daxuyanî bi dirûşma "Hemû jin ji bo Efrînê serî hildin" bi dawî bû.